Sereke

Yûrî Nebîyêv çûye ser dilovanîya Xwedê

6-ê hezîranê, 68 salîya xweda, piştî nexweşîya giran, hevserokê fêdêrasîyona dîyasporayên kurdên Sovyêta berê Yûrî Nebîyêv çû ser dilovanîya Xwedê. Yûrî Nebîyêv li paytexta Gurcistanê-Tibîlîsîyê ji dayîk bûye. Piştî hilweşîna Sovyêtê ew cîguhastî Moskvayê bibû û li wir dima.

Em ji alîyê beşa kurdî, ya radyoya Ermenîstanê, serxweşîyê didine malbeta Yûrî Nebîyêv, pismam, heval-hogirên wî. Bila serê wan saxbe, serê  gelê kurd saxbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button