Sereke

Her cêribandineke wê yekê ku Qerebag nava teşkîla Adirbêcanêdabe, wê bê teribandinê: Stêpanakêrt

Her cêribandineke wê yekê ku Qerebag nava teşkîla Adirbêcanêdabe, wê bê teribandinê.Derheqa wê yekêda wezîrê Arsaxêyî karên der Davît Babayan gotîye.

“Sala 1923-a, 7-ê sibatê, herêma Qerebagêye otonom hate sazkirinê. Nava hemtêksta dewletbûna Qerebagêda eva bûyareke kifşe, ya ku cêribandina ji alîyê Adirbêcanêda teribî bû, kîjanê dixwest dewletbûna Qerebagê bida tunekirinê, dîroka kîjanê gelekî dirêje. Adirbêcana ku bi meremê gêopolîtîkî hate sazkirinê, ya ku bi piştgirîya Tirkîyayê destpêkir dewa topraxa bike, nedixwest ku dewleta Qerebagê sazbe. Feqet tu kesî nikaribû ew yek hesab hilneda. Bo wê yekê jî herêma Qerebagêye otonom hate sazkirinê. Wê yekê hetanî sala 1988-a kişand, piştî kîjanê herêma otonom ji nava teşkîla Adirbêcana Sovîyêtê derket û hinek wede kete bin kontrola Moskvayê. Peyî wê yekêra sê cara Adirbêcanê şer destpê kirîye. Salên 1998- 99-a Adirbêcanê îdêolojîya derheqa dewleta tomerîda înkar kir, nava kîjanêda Qerebag û Adirbêcan gerekê bibûna sûbyêktên wekehev. Feqet Adirbêcanê ew yek înkar kir.

Rûyê wê yekêda jî her cêribandineke sazkirina sîstêma wî cûreyî wê qezîyayê pêşda bîne. Tu ermenîk wê li wir nemîne, heger ew nava teşkîla Adirbêcanêdabe. Cêribandinên wî cûreyî wê bêne teribandinê”,-Davît Babayan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button