Sereke

Li Stêpanakêrtê serdana baylozên bîyanîye li Şûşîya okûpasîyakirî rexne kirine

Li Stêpanakêrtê serdana baylozên bîyanîye li Şûşîya okûpasîyakirî rexne kirine. Derheqa wê yekêda wezîrê Arsaxêyî karên der Davît Babayan gotîye, wextê ku ewî seredana dîplomataye li Şûşîyê şirove kirîye. Ewî ji alîyê êtîkî û usa jî moralîda ew yek çawa şaşî hesab kirîye.

«Ew yek tiştekî başe wekî baylozên welatên hemsedirên koma Mînskê, baylozên Rûsîyayê, ŞAY û Fransîyayê, qayîl nebûne tevî wê  yekê bibin. Bi fikira min, seredana dîplomatên bîyanîye li têrîtorîyayên Arsaxêye okûpasîyakirî, ya li ser fona cangorîya, wê  xwînê, ya ku li wir hatîye rêtinê, ji alîyê êtîkî û moralîda rast nîne. Bi wî cûreyî ew mesajê dişînin, wekî piştgirîyê didine agrêsîya azêrîya-tirka. Usa dertê, wekî ew wê agrêsîyayê afû dikin»,- Babayan gotîye.

Em bêjin wekî baylozên 46 welata van roja çûbûne Şûşîyê. Baylozên Rûsîyayê, Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî û Fransîyayê tevî wê seredanê nebûne. Wê yekê ji alîyê Bekûyêda nerazîbûn pêşda anîye.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button