Sereke

Serokê Fransîyayê wê bê Ermenîstanê

Borcbirê serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan baylozê Fransîyayêyî li Ermenîstanê Jonatan Lakot qebûl kirîye.Nîkol Paşînyan, girêdayî cejina Fransîyayêye miletîyêra, bayloz pîroz kirîye û daye dîyarkirinê,wekî bûyarên du sedsal pêşda ne tenê bona Fransîyayê, lê bona temamîya merivatîyê girîngin. Bi gotina borcbirê serekwezîr, nava encamê şoreşa li Fransîyayê qewimî, li dinîyayê heleqetîyên nû hatine îzbatkirinê.

Baylozê Fransîyayê bona pîrozbahîyê razalixî elam kirîye û daye dîyarkirinê, wekî şoreşa sala 2O18-ye li Ermenîstanê jî qewînkirina qîmetîyên dêmokratîk pêşda anî. Bayloz, girêdayî hilbijartinên 2O-ê hezîranêra, welatîyên Ermenîstanê pîroz kirîye. Ewî serda zêde kirîye, wekî xebatên aktîv bona seredana serokê Fransîyayê Êmanûêl Makrone li Ermenîstanê, tên mîyaserkirinê.Bayloz gotîye  wekî alîyê Fransîyayê hewaskrare ku tevî Ermenîstanê nava goveka ênêrgêtîkayê, têknolocîyên bilind, senayê, perwerdê û govekên mayînda hevkarîyê bike. Nîkol Paşînyan û Jonatan Lakot usa jî derheqa bûyarên li herêmê xeberdane.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button