Sereke
Koalîsîyona «Qedirê min heye» wê bibe ya radîkal:Sos Hakobyan
Koalîsîyona «Qedirê min heye» wê bibe ya radîkal. Derheqa wê yekêda endamê koalîsîyona « Qedirê min heye», berdevkê partîya «Weten», Sos Hakobyan gotîye.
«Emê bi fikira sîyasî bibine opozîsîya radîkal.Em teşkîleta têrorîstî nîbûne û hazir nabin wî cûreyîbin. Belê, rexnekirin wê hebin, pêşnîyar û rojevên başqe wê bêne pêşnîyarkirinê. Feqet em dikarin bersivên wî cûreyî jî bidin, lê em wê yekê nabijêrin»,-Hakobyan gotîye.Sos Hakobyan gotîye wekî koalîsîyona «Qedirê min heye» wê cîhê xwe nîşanî desthilatdarîya niha bike.