Sereke

Li Hesekê du çekdarên DAÎŞ-ê hatine tunekirinê

Merkeza prêssayê, ya hêzên Sûrîya Dêmokratîk elametî belav kirîye kîjanêda hatîye gotinê,wekî wextê opêrasîyona bi sirê, ya dijî DAÎŞ-ê, du çekdarên DAÎŞ-ê hatine kuştinê, dudu jî birîndar bûne.Opêrasîyon bi piştgirîya koalîsîyona navnetewî  hatîye derbazkirinê. Êrîş birine li ser malekê, kîjanêda êndamên DAÎŞ-ê xwe veşartibûn. Nava girtîyada hene meriv, yên ku bona kuştina binelîyên edil  û xebatkarên hêzên bêqezîyabûnê, cabdarin.Hatîye dîyarkirinê, wekî endamekî hêzên Sûrîya Dêmokratîk hatîye kuştinê.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button