Sereke
Nîkol Paşînyan bi têlefonê tevî Vladîmîr Pûtîn qise kirîye
Borcbirê serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan tevî serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn qise kirîye.
Alîya pirsên derheqa herêmê û yên bona herdu alîya hewaskar gotûbêj kirine.Xeberdan derheqa mîyaserkrina pevketinên destanî, yên elametîyên 9-ê mijdara sala 2O2O-î û 11-ê çileya sala 2O21-êda, çûye. Bi taybetî derheqa paşdavegerandina dîla û vekirina rêyên herêmêda hatîye dîyarkirinê. Derheqa hevkarîya nava govekên êkonoîkayê û parastinêda jî hatîye gotûbêjkirinê.
Nava hemtêksta halê li herêmê , Nîkol Paşînyan daye dîyarkirinê wekî rola Rûsîyayêye nava xweykirina aşîtîyê û qewînbûnêda girînge. Alîya usa jî derheqa girîngîya şuxulkarîya koma Mînskêda xeberdane.