Sereke

Li Fransîyayê zanin wekî mîrata ermenî bin qezîyayêdane:bayloz

Arxêolocî bona me rola duem nalîze. Nava wê yekêda gelek tiştên sîyasî hene. Derheqa wê yekêda, wextê prêss-konfêransa piştî lêkolînên arxêolocîye li kela Êrêbûnîyê, baylozê Fransîyayêyî li Ermenîstanê Conatan Lakot gotîye.

Bi gotina bayloz, Ermenîstan nava herêmeke usadane, li kîderê dikarin bûyarên usa biqewimin, wextê ku alî dicêribînin mîrata dîrokî bikine ser navê xwe. “Ew yek dide kifşê, wekî bi wan menîya gelekî girînge, ku ji alîyê zanistîyêda  nêzîkî wan pirsabin”,-bayloz gotîye.

Bi fikira dîplomat, wî alîda mîrata Ûrartûyê gelekî girînge.

“Ev program, ya ku ji alîyê Fransîyayêda li Ermenîstanê tê mîyaserkirinê, beşeke progirama mezine û Fransîya tevî Ermenîstanê nava vê govekêda wê hevkarîyê destpêke.Em zanin, wekî mîrata ermenî roja îroyîn bin qezîyayêdane û em dixwezin piştgirîyê bidine Ermenîstanê bona ku wê mîratê bilindkin, raberkin”,- Conatan Lakot gotîye.

Ewî serda zêde kirîye, wekî ew hevkarî nava wê govekêdane û serokê Fransîyayê Êmanûêl Makron jî wê bixwesta ew yek bikira.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button