SerekeSîyasî

Ermenîstanê tu pirseke girêdayî sivderêra gotûbêj neke: Paşînyan

Adirbêcan gava diavêje û bi wî cûreyî têma derheqa vekirina rêyên herêmêda bêhurmet dike.Derheqa wê yekêda, borcbirê serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wextê civîna hukumatê gotîye.

«Ne nava elametîya 9-ê mijdarê, ne jî nava elametîya 11-ê meha çileda tu tişt derheqa vekirina sivderêda û derheqa rêyên konkrêtda tunene.Adirbêcan dîsa têma derheqa sivderêda bilind dike û rêyên konkrêt dide dîyarkirinê.

Berê min gelek cara gotîye, wekî Ermenîstanê tu pirsên derheqa sivderada gotûbêj nekirîye, nake û wê neke. Adirbêcan dicêribîne têma vekirina rêyên herêmê bide tevlîhevkirinê, ya ku ne tenê pirseke girînge bona me, lê usa jî nava cêrga pirsên hukumatêye pêşindane»,-Paşînyan gotîye.

Borcbirê serekwezîr gotîye,wekî  bona alîyê ermenî usaye, wekî hemû rêyên  transportê gerekê bêne vekirinê, yên ku çawa nava Ermenîstanêra, usa jî gerekê nava Adirbêcanêra bêne vekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button