Sereke

Du jinên kurd li Bilgarîyayê Îraqê û Amêrîkayê raber dikin

Baylozên  Îraqê û Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye li Bilgarîyayê kurdin. Hêro Qadir Mistefa, sîasetmedara kurd çawa bayloza Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye li Bilgarîyayê hatîye kifşkirinê. Ew esilê xweva ji Hewlêrêye û sala 1976-a  tevî malbeta xwe ji Kurdistanê çûye Amêrîkayê. Ji sala 2OO9-a hetanî sala 2O11-a ew şêwirmenda Co Baydên bûye, yê ku wî çaxî cîgirê serokê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî bû. Paşê ji alîyê Obamayê serokda ew çawa xebatkara baylozxana ŞAY-ye li Portûgalîyayê hatibû kişfkirinê. Sala 2O19-a Donald Trampê serok, Hêro Mistefa bayloza Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye li Bilgarîyayê kifş kirîye.

Bayloza Îraqêye li Bilgarîyayê Lîna Celal Omer dîsa sîyasetmedareke kurde, ya ku sala 1974-a li bajarê Silêmanîyê ji dayîk bûye. Piştî demamkirina ûnîvêrsîtêya Salhadînê û stendina dereca magîstrîyêye li ûnîvêrsîtêya Waşîngtonê, sala 2OO3-a ew çawa endama dêlêgasîya jinên kurde li Waşîngtonê bûye. Sala 2OO9-a Lîna Omer çawa seroka beşa wezîreta Îraqêye karên dere protokola xebitîye. Sala 2O11-a ew li wezîretê çawa konsûltanta wezîretêye pirsên Amêrîka bakûr û başûr xebitîye. Sala 2O16-a ew çawa şêwirmenda dewletên cînar hatîye kifşkirinê. Sala 2O21-ê jî ew bûye bayloza Îraqêye li Bilgarîyayê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button