Sereke
Vekirina rîya rojeva meye, ne ku ya Adirbêcanêye: Paşînyan
Her kes gerekê bizanibe, wekî derheqa sivdera nava Ermenîstanêda tu pevketin tunebûye. Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serekwezîr li wezîreta parastina gotîye.
«Hûn zanin wekî wextê kampanîya hilbijartina, min gelek cara derheqa vekirina rîyada xeberdaye. Ev yek pirseke elametîya 9-ê mijdarêye girînge. Ez dixwezim bêjim, wekî pirsa vekirina rîya, pirseke hukumata Ermenîstanêye girînge.Adirbêcan dicêribîne li ser vê têmayê tiştên başqe zêdeke, lê ew yek tiştê qeblkirinê nîne.Derheqa sivderêda tu pevketin tunebûye. Komara Ermenîstanê derheqa wê yekêda tu borcdarî hilnedana ser xwe»,-Paşînyan gotîye.