Wekîlê Ermenîstanê Hovhannês Baçkov, yê koma Ermenîstanêye boksê, mêdala bronz qazanc kirîye. Ew nîvfînalêda, wextê lîstika tevî wekîlê amêrîkî, Kêyşon Dêvîs bin ketîye.
Wextê lîstikên olîmpîyêye 32-a, Ermenîstanê pêşda sê mêdal qazanc kiribûn: giranîbilindkir Sîmon Martîrosyan û gulaşgir Artûr Alêksanyan mêdalên zîv, lê Artûr Davtyan jî mêdala bronz qazanc kirine. Koma ji Ermenîstanê bi 17 sportsmênava tevî lîstikên olîmpîyîyêye li Tokîoyê dibe. Lîstikên olîmpîêye li Tokîyoê wê 8-ê tebaxê ser hevda bên.