Sereke

Artûr Xaçatryan pêşnîyar dike ku bi serkarîya serokê parlamêntê 2-ê îlonê herine Arsaxê

Parlamêntvanê ji fraksîya “Ermenîstan” Artûr Xaçatryan pêşnîyar dike ku 2-ê îlonê bi dereca serokê parlamêntê dêlêgasîyayê sazkin û herine Arsaxê. Artûr Xaçatryan nava xeberdana xweda bîr anîye, wekî wextê ku wezîrê Ermenîstanêyî karên der çû Arsaxê, piştra bersiva Adirbêcanêye hişk hate bihîstinê.

“Gelo piştî wê yek çend nevsên Ermenîstanêye derecebilind li Arsaxê qesidîne? Ez pêşnîyar dikim, ku bi dereca serokê parlamêntê dêlêgasîyayê sazkin û herine Arsaxê. Em gerekê bibînin ku şuxulkarî wê çawa pêşda here.Em gerekê bibînin wê çi bibe, çimkî piştî wê bersivê tu dêlêgasîyake derecebilind neçûye Arsaxê”,-Artûr Xaçatryan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button