Sereke

Qulixçîyên Adirbêcanêye leşkerî bin hukumê alkoholêda jî agir dikin

Qulixçîyên Adirbêcanêye leşkerî bin hukumê alkoholêda jî agir dikin. Derheqa wê yekêlda parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv Arman Tatoyan rûpelê xweyî fêysbûkêda nivîsîye.

«Ji gundên qezayên Gêxarkûnîkê û Syûnîkê em înformasîya distînin, wekî leşkerên azêrî, usa jî bin hukumê alkoholêda, agir dikin. Agirkirin bi fişekên usa tên kirinê, yên ku ronayî dikin ku binelîyên sîvîl bidine tirsandinê. Şev ew mûzîkayê pêva dikin, dikine qîre- qîr, bona ku binelîyên dor-bera nerihet bihêlin. Înformasîyayên wî cûreyî ji meha kanûnêda tên stendinê.

Gilî derheqa wan gundadane, yên ku nêzîkî tabîyên azêrîyane. Piştî şêr, azêrî li wan dera cîhwar bûne, ji 12-ê gulanêda destpêkirî bi neqanûnî ketine têrîtorîya Ermenîstana serbixwe»,-parêzerê mafên mêriv nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button