Sereke

Hêzên amêrîkî bona me pêwîstin

Seroka şêwira hêzên Sûrîya Dêmokratîk elam kirîye, wekî admînîstrasîya otonomîya bakûr û rojhilatê hê hewceye ku eskerên amêrîkî li wir bimînin, çimkî komên têrîtorîstîye nemezin hê şuxulkarîya xwe berdewam dikin, dicêribînin komên xwe mezinkin û guhdarîya ciwana bikişînin ser xwe.Seroka şêwirê Emîne Omerê gotîye Rûdawê wekî hêzên DAÎŞ-ye biçûk hazirîya xwe didine qewatkirinê û bo wê yekê pêwîstî  heye ku hêzên amêrîkî li wir bimînin. Ewê daye dîyarkirinê, wekî  Ştatên Yekbûyî elam kirîye, wekî hetanî wî çaxî li Sûrîyayê bimînin, hetanî ku ew DAÎŞ-ê tune nekin.

“Piştî dagirkirina tirka, DAÎŞ li nehîyên ku Tirkîyayê okûpasîya kirine, roj bi roj dibe qezîya. Roja îroyîn şedetî heye, wekî DAÎŞ hêzên xwe li Serê Kanîyê, li Girê Sipî û li nehîyên mayîn berev dike. Bo wê yekê jî eskerê amêrîkî dibêje ku ewê li vir bimînin”,- Emîne Omerê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button