Kûrbûna heleqetîyên tevî welatên cînar alîkî meyî girîng e: Nîkol Paşînyan

Ermenîstan li ser wê fikirê ye, wekî bona pêşxistina aşîtîya wededirêj, qewînbûnê, bêqezîyabûn û pêşkeftina êkonomîkî, pirseke girîng ew e, ku heleqetîyên tevî welatên cînar îzbatbin, yan jî pêşda herin. Derheqa wê yekêda, serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan destpêka civîna hukumatêda gotîye.
“Kûrbûna heleqetîyên tevî dewletên cînar, yan jî normalkirina wana, alîkî sîyasîya hukumatêye here girîng e. Nava vê hemtêkstêda ez hesab dikim bêjim, wekî mixabin, hinek qewat dicêribînin bin ronaya şaşda meremê Ermenîstanê raberkin û bêjin, ku Ermenîstan pirsa here sereke wê yekê hesab dike ku pêşda werguhastinên nava eskerda bike, bona ku sîyasîya agrêsîv dijî welatên cînar mîyaserke. Ermenîstan, mînanî her welatekî aşîtîhiz, hêzên xweye sîlihkirî wê ne ku bona agrêsîyayê pêşda bibe, lê ewê yekê bona parastina ji agrêsîyayê wê bike.Mermê me tune ku em topraxa dagirkin. Stratêcîya me ew e, ku li herêmê aşîtî û qewînbûna wededirêj îzbat bibe. Em hazirin dora vê rojevê dîyaloga aktîv destpêkin, bi piştgirîya hevalkarên meye navnetewî, anegorî pêwîstbûnê û pêwandîya. Van pirsa emê wextê qebûlkirina bernama şuxulkarîya hukumatêye pêncsale gotûbêj bikin”,-serekwezîr gotîye.