Sereke

Ûrûgvayê li Ermenîstanê bayloxanê veke

Bi hesabhildana heleqetîyên Ermenîstanê û Ûrûgvayê, yên nava 3O-î salîda, Ûrûgvayê qirar kirîye li Ermenîstanê bayloxanê veke. Derheqa wê yekêda wezîrê Ûrûgvayêyî karên der Fransîskos Bûstîjo, wextê elametîya tevî borcbirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Armên Grîgoryan, gotîye.

“Bêyî şikberî rêyên me wê berdewam bibin bi wê hêvîyê, wekî pêşdaçûyîna berbi pêşerojê wê hebe”,- wezîrê Ûrûgvayêyî karên der gotîye.

Ewî daye dîyarkirinê, wekî Ûrûgvayê gavên bona xebata tevayî berdewamke.

“Ewê bona herdu alîya kardarbe û wê pêrspêktîva bike, ku berjewandîyên herdu alîya biparêze”,- Fransîskos Bûstîjo gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button