Sereke

Çend rokêt ketine alîyê başûrê Hewlêrê

Roja sêşemê  çend rokêt ketine alîyê başûrê Hewlêrê. Serokatîya admînîstrasîya cîh daye dîyarkirinê,wekî çend rokêt ketine nêzîkî nehîya Dolla-Bafirê, ya ku li başûrê Hewlêrê ye. Derheqa wê bûyarêda bi hûrgilî nehatîye dîyarkirinê. Anegorî înformasîya  BasNews-ê, rokêt ji provînsîya Kirkûkê, berbi rêya Hewlêr- Kirkûk, hatine berdanê.

Hêzên bêqezîyabûna cîh lêpirsîn destpê kirine bona ku bidine zelalkirinê ku kî nava vê yekêda gunehkar e.

Koalîsîyona bi serkarîya Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, baza kîjana li firegeha Hewlêrê ye, pêşda dîsa wî cûreyî rastî derbên bi rokêta hatibû, cabdarîya kîjana, bi fikira Waşîngtonê, dikeve ser çekdarên piştgirên Îranê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button