Sereke

Li Hewlêrê lîdêrekî DAÎŞ-ê hatîye girtinê

Qulixdarîya Kurdistana Îraqêye antîtêrorê li Hewlêrê lîdêrekî DAÎŞ-ê girtîye.

Pêşda, 13-ê tîrmehê, qulixdarîya  Kurdistanêye antîtêrorê çend êrîşên têrorîstî dane pêşîgirtinê, yên ku komên DAÎŞ-ye wa gotî “razayî” pêşda teşkîl kiribûn ku li Hewlêrê mîyaser bikirana. Anegorî  behsên belavkirî ji wana yek gerekê dijî serokê qeza Hewlêrê bihata mîyaserkirinê, li kîderê gerekê gelek merivên mêvan hazir bûna.

25-ê tîrmehê qulixdarîya Kurdistanêye antîtêrorê merivek girtîye, yê ku girêdayî bûye kirina têrorîstîye li Begdayêva, wextê kîjanê 35 binelîyên edil hatibûne kuştinê û bi deha meriv jî birîndar bibûn.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button