Sereke

Mesûd Barzanî serokê Fransîyayê Êmanûêl Makron qebûl kirîye

Lîdêrê kurd Mesûd  Barzanî, serokê Fransîyayê Êmanûêl Makron û dêlêgsîya ku rêberîya wî dikir, qebûl kirîye.

 Mesûd Barzanî bona piştgirîya Herêma Kurdistanê û hêzên pêşmerga, razalixî elamî Fransîyayê kirîye. Derheqa wê yekêda ofîsa lîdêrê kurd elametî belav kirîye.

“DAÎŞ nikaribû heyîna aramî ji gelê kurd bistenda û nikaribû nava kurdada xwe qewîn bikira”,-nava elametîyêda hatîye gotinê.Barzanî usa jî piştgirîya Makrone nava pêşkeftina Îraqêda silav kirîye.

Sirîya xweda Êmanûêl  Makron ew yek îzbat kirîye, wekî di navbera cimetên Fransîyayê û kurdda dostî û qedirgirtin heye û Fransîya dîsa li ser tabîya şerkarîya dijî DAÎŞ-ye.

“Hêzên pêşmerga bi mêrxasî dijî DAÎŞ-ê şer kirine”,- Makron gotîye.

Mesûd Barzanî şirove kirîye  wekî DAÎŞ dîsa çawa qezîya dimîne. Herdu nevsên derecebilind, bi hêvîdarî gotine, wekî hilbijartinên li Îraqê wê bibine sîmvola hêvîdarîyê, werguhastina û mecala gihîştina xwestina cimetê.

Lîdêrê kurd usa jî derheqa nerihetîya xweye bona cimeta Şengalê û kurdên Sûrîyayêda daye dîyarkirinê.

Dawîya hevdîtinê Mesûd  Barzanî nîşana pêşmerga çawa sîmvola xwepêşkêşkirina cimeta Kurdistanêye nava şerkarîya dijî têrorîzmê, pêşkêşî Makron kirîye. Serokê Fransîyayê jî sirîya xweda sîmvola Komara Fransîyayê pêşkêşî Mesûd Barzanî kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button