Sereke

Nêzîkî 7O wekîlên tûrîzma Almanîyayê wê bêne Ermenîstanê

Ji 3O-ê tebaxê hetanî 2-ê îlonê, li Ermenîstanê forûma tûrîzmê derbaz dibe.Nava dorana wê forûmêda nêzîkî 7O wekîlên goveka Almanîyayêye tûrîzmê hatine Ermenîstanê. Meremê forûmê  ewe ku pêwandîyên tûrîzma Ermenîstanê û Almanîyayê bidine qewînkirinê, Ermenîstanê diha zêde bidine naskirinê û piştgirîyê bidine hatina tûrîstaye li Ermenîstanê.

Mêvanên alman wê du roja li cîhên Ermenîstanêye cuda-cuda bigerin. 2-ê îlonê  li mêvanxana “Armênîya Marîot”-ê  wê hemcivîna bîznêsê bê derbazkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button