Sereke

ŞAY gerekê di navbera Tirkîyayê û hêzên kurdên Sûrîyayêda çawa navçîgar pêşda bê: merkeza analîtîk

Merkeza analîtîk, ya encûmana atlantî, daye dîyarkirinê, wekî Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî gerekê sîyasîya xweye li Sûrîyayê biguhêre û li ser normalkirina halê sertî di navbera hêzên Sûrîya Dêmokratîk û hukumata Tirkîyayêda bixebite.

Nava miqala merkeza analîtîkda hatîye gotinê, wekî Ştatên Yekbûyî gerekê sîyasîya xweye li Sûrîyayê careke mayîn lê binihêre, bi taybetî piştî  derketina ji Afganistanê.

Navenda analîtîk bang kirîye ku  Ştatên Yekbûyî di navbera Tirkîyayê û Hêzên Sûrîya Dêmokratîkda çawa navçîgar pêşda bê, bona ku halê sert bê normalkirinê, bona ku li bakûr-rojhilatê Sûrîyayê hal ji bin kontrolê dernekeve.

Navendê usa jî bangî ŞAY kirîye ku tenê piştgirîya hêzên Sûrîya Dêmokratîk nekin û bangî Waşîngtonê kirîye ku diha zêde ereba jî tevî şuxulkarîyê bikin, nava wanda li Reqayê û Dêyr Zorê, usa jî admînîstrasîya li bakûr-rojhilatê Sûrîyayê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button