Sereke
Koalîsîyona navnetewî: em li ser tabîya hevkarîya tevî Kurdistanêne
Wekîlê koalîsîyona navnetewîye dijî DAÎŞ-ê Wêyn Maroto elam kirîye,wekî Herêma Kurdistanê rola girîng nava tunekirina DAÎŞ-da dilîze û serda zêde kirîye wekî koalîsîyona navnetewî li ser tabîya hevkarîya tevî Herêma Kurdistanêye. Derheqa wê yekêda Wêyn Maroto li ser rûpelê xweyî Twitter-ê nivîsîye.
Roja yekşemê şêwira Kurdistanêye bêqezîyabûnê derheqa girtina hevt endamên DAÎŞ-da elam kirîye, yên ku plan kiribûn ku kirinên têrorîstî li Hewlêrê û li wan cîha mîyaserkin, li kîderê welatîyên bîyanî digerin.