Sereke

Arman Tatoyan derheqa kirinên hindava dîlên ermenîye li Adirbêcanê raber kirîye

Dîlên ermenîye li Adirbêcanê, yên ku wextê şerê  44 roje dîl ketine, bi fîzîkî hatine zêrandinê û bi pisîxolocî hatine hukumkirinê. Derheqa wê yekêda parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv Arman Tatoyan gotîye. Tatoyan daye dîyaririnê, wekî zêrandinên dîlên ermenîye leşkerî li ser hîmê wê yekê hatine kirinê, ku ew ermenîne.

“Bêguman, nêzîkbûna here xirab piştî dîlketina nû hatîye kirinê, û ew yek bi taybetî ji alîyê xebatkarên bêqezîyabûnêda tê kirinê. Mesele, usa bûye, wekî xwerin avîtine erdê û mecbûr kirine wê xwerinê bixun, yan jî deh deqîqe dane û paşê ew xwerin hildane birine avîtine.Gelek cara wextê zêrandina destê xwe danîne li ser birînê, êşandine wekî ew hîvî bikin ku alîkrîya doxtirîyê bidin, yan jî xwerinê bidin. Usa jî bûye, wekî ava sar kirine ser dîlê ermenî, wê sermê pencere vekirine ku ew bicemidin”,-parêzerê mafên mêriv gotîye.

Merivên berê dîlketî gilî kirine, wekî dema ku ji xaçê  Sor meriv dihatin, azêrîya wî çaxî nêzîkbûna xwe diguhartin.Bi wê yekêva tevayî ew mecbûr  kirine, ku ew înformasîyayên  şaş  raberkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button