Sereke

Nava transporta Adirbêcanêye civakîda propaganda agrêsîyayêye nû tê kirinê: Lapşîn /wêne/

Blogêr Alêksandr Lapşîn rûpelê xweyî fêysbûkêda ew wêne raber kirîye, yê ku hevalê wî jêra şandîye û têda tê kifşê, ku sîyasîya dijî ermenîya li Adirbêcanê dîsa berdewam dibe.

“Hevalekî min ji Adirbêcanê ev wêne şandîye û eva propaganda agrêsîya dijî Ermenîstanêye nûye. Navên bajarên ermenî li ser êkranê tên nîşandayînê, lê paşê jî navên wan bajara bi azêrî didine kifşê. Nava vî wêneyîda derheqa Vardênîsêda hatîye raberkirinê, lê min fem kir, wekî wana nav guhartine û xêncî Vardênîsê, navê Yêrêvanê, Vanazorê, Êcmîazînê û Stêpanavanê bi cûrê xwe danîne û wana çawa topraxanê xwe raber dikin. Ev propaganda hemû otobûsada, li mêtroyê û li soqaqên Bekûyê berdewam dibe”,-Lapşîn nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button