Sereke

Serokê Kurdistanê bona hevdîtina tevî nevsên Brîtanîyayêye derecebilind çûye Londonê

Anegorî rojevê, serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî têra dîtîye ku  wextê seredana xweye li Brîtanîya Mezin rastî nevsên Brîtanîyayêye derecebilind bê, nava wanda tevî Borîs Consonê serokwezîr û usa jî wezîrê parastinê û dewletê. Wextê hevdîtinên tevî Borîs Consonê serokwezîr, sêkrêtarê dewletê Domînîk Raab û wezîrê parastinê Bên Wolêr pirsên hevkarîya dualî hatine gotûbêjkirinê. Xêncî wê yekê usa jî pirsên derheqa şerkarîya dijî têrorîzmê û qewînbûna li Îraqê û herêmê hatine gotûbêjkirinê.

Wextê pêşwazîkirina serokê Kurdistanê, li firegehê alên Brîtanîya Mezin û Herêma Kurdistanê bilindkirî bûne.

Destpêka meha hezîranê wezîrê Brîtanîyayêyî karên der çûbû Kurdistanê, li kîderê rastî Barzanîyê serok hatibû û îzbat kiribû, wekî Brîtanîyayê piştgirîyê bide Herêma Kurdistanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button