Sereke

Kurd li Brîtanîya Mezin çawa sêkrêtarê pirsên perwerdê hatîye kifşkirinê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî parlamêntvanê Brîtanîyayêyî kurd Nadîm Zaha,vî piştî kifşkirina wîye li qulixa sêkrêtarê dewletêyî pirsên perwerdê, pîroz kirine. Nadîm Zahavî, sîyasetmedarê Brîtanîyayêyî kurd e, yê ku berê qulixa wezîrê bîznêsê û senayêda bûye. Ew usa jî serokê dêpartamênta lêkolînên vaksîna dijî koronavîrûsê bûye. Piştî wê yekê ew  ji alîyê Borîs Consonê serokwezîrda çawa sêkrêtarê dewletêyî pirsên perwerdê hatîye kifşkirinê. Serokwezîr Mesrûr Barzanî û serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî rûpelên xweye Twitter-ê da Nadîm Zahavî pîroz kirine.

Nadîm Zahavî li Begdayê, li malbeteke kurd da, ji dayîk bûye. Malbeta wan sala 1978-a ji dîktatûra Sedem Huseyn revîye berbi Brîtanîya Mezin, wextê ku Zahavî neh salî bû.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button