Sereke
Hêzên kurdaye pêşmerga 7O avtomaşînên zirihkirî ji koalîsîyona navnetewî stendine
Wekîlê koalîsîyona navnetewî Tod Bêroûz Twittereda nivîsîye wekî wezîreta pêşmerga 7O avtomaşînên zirihkirî stendine. Ewî daye dîyarkirinê, wekî bi saya vê piştgirîyê, çûyîn- hatina pêşmergaye nava hincirandina DAÎŞ-da wê bê çareserkirinê.Wekîlê koalîsîyonê daye dîyarkirinê, wekî bi vê têknîkê bêqezîyabûna pêşmerga bilind dibe.