Sereke

Lavrov pirsên Qerebagêye hîmlî dane dîyarkirinê

Pirsên Qerebagêye hîmlî paşdavegerandina dîla û serhevdaanîna  bêqezîyakirina mînane. Derheqa wê yekêda wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov, wextê prêss-konfêransa tevî wezîrê Vîyêtnamyî karên der, gotîye.

Bi gotina Lavrov, encamê sala derbazbûyî îzbatkirina qewînbûnêye. Aşîtîparêzên rûs alî wê yekê dikin û bo wê yekê jî niha tiştên bi zordarî nayêne kirinê.

“Pirsa sereke niha îzbatkirina jîyana edile, bona ku alîyên ermenî û azêrî aminayê îzbatkin, bona ku pirsên paşdahatina mihacira bêne helkirinê.

Çi ku derheqa hemsedirên koma Mînskêdane, van roja ew rastî wezîrên Ermenîstanê û Adirbêcanêye karên der hatine. Ew hevra qayîl bûne ku seredanên li herêmê destpêkin. Hevdîtin usa jî li Stêpanakêrtê têra hatine dîtinê”,- Lavrov gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button