Sereke

Dêlêgasîya wezîreta pêşmerga çûye Waşîngtonê

Dêlêgasîya wezîreta pêşmerga çûye Waşîngtonê, li okrûga Kolûmbîyayê, bona hînbûna li ûnîvêrsîtêya Miletîyêye parastinê. Ew ûnîvêrsîtê bin serokatîya wezîreta parastinêdane û progirama hevtêkê pêşkêşî lêkolînên stratêcîye li Rojhilata Navîn û Asîya Başûr kirine.

Çawa ku wekîla hukumata Herêma Kurdistanê Bayan  Samî Ebdil Rehmanê  gotîye Kurdistan 24-ê, dêlêgasîya wezîreta pêşmerga bûye beşeke koma mezine ji organên bêqezîyabûna Îraqê. Ew program gerekê sala derbazbûyî bihata mîyaserkirinê, lê rûyê halê ji nexweşîya koronavîrûsê pêşdahatîda hatibû paşdaêxistinê.Girîngîya progirmê wê yekêva girêdayî ye, ku cîh bidine sîyasetmedara bona ku ew bikaribin stratêcîya bêqezîyabûnê û berfirehkirina heleqetîyên tifaqdarîyê lêkolîn bikin.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button