Sereke

Serokê Fransîyayê: pêwandîyên dîrokîye tevî Kurdistanê wê qewîn bimînin

Pêwandîyên Fransîyayê û Kurdistanêye dîrokî û yên baş hene, yên ku gerekê qewîn bêne xweykirinê. Derheqa wê yekêda serokê Fransîyayê Êmanûêl Makron nava namêda nivîsîye, ya ku ewî serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanîra şandîye.

Namêda Makron bona qebûlkirina germ, ya 29-ê tebaxa sala îsaline li Hewlêrê, razalixî elamî Nêçîrvan Barzanî kirîye. Serokê Fransîyayê usa jî derheqa atmosifêra dostîyê û aminayêda daye dîyarkirinê, ya ku ewî li Hewlêrê tevî lîdêrên kurd dît.

«Ez didime bawarkirinê, wekî Fransîyayê hevkarîya tevî Kurdistanê xweyke, ya nava şerkarîya dijî têrorîzmê û usa jî berfirehkirina pêwandîyên êkonomîkî û sosîyalî»,- Makron nivîsîye.

Wextê seredana xweye li Hewlêrê, Makron usa jî rastî lîdêrê kurd Mesûd Barzanî û serokwezîr Mesrûr Barzanî hat.

«Min ji hevalê xwe, serokê Fransîyayê Êmanûêl Makron, name stend, ya derheqa seredana wîye li Kurdistanê  û Îraqê. Seredana wîye li Hewlêrê derheqa pêwandîyên meye dîrokîye qewînda da dîyarkirinê. Ez mînanî berê , bona piştgirîya hindava Kurdistanê û Îraqê, ji Fransîyayê razîme»,- Nêçîrvan Barzanîyê serok Twittêrêda nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button