Serokwezîr, girêdayî roja netewên kêmjimarra, pîrozbahî belav kirîye
Nîkol Paşînyanê serokwezîr pîrozbahî belav kirîye, ya ku girêdayîye roja netewên kêmjimarra.
Nava pîrozbahîyêda hatîye dîyarkiinê:
«Birêz wekîlên netewên Ermenîstanêye kêmjimar, welatîyên hizkirî,
anegorî guhartina nava qanûna ji alîyê parlamêntêda qebûlkirî, ya derheqa cejina û bîranînada, cejineke nû hate qebûlkirinê, ya netewên Ermenîstanêye kêmjimar, û ew cejin roja yekşema cotmehêye ewlin tê kifşkirinê.
Netewên Ermenîstanêye kêmjimar, nava binelîyên meda beşeke cimetên dinîyayêne, yên ku çand û cûrê jîyîna xwe anîne welatê me û bûne welatîyên meye amin, yên ku nava rojên giran û eşqda tevî mene.
Bi xweykirin û pêşxistina zimanê xwe, qîmetîyên miletîyê û ruhanî û kûlûtûra xwe, hûn usa jî pircûretîya kûltûra Ermenîstanê didine dewlemendkirinê.
Ez hemû wekîlên netewên kêmjimare li Ermenîstanê, girêdayî vê cejinêra pîroz dikim, tendurustîya baş, aşîtîyê, pêşkeftinê û açixîya dixwezim».