Sereke

ŞAY wê dîsa li Sûryayê bimîne:HSD

Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî qayîl bûye li Sûrîyayê bimîne, bona ku nava şerkarîya dijî DAİŞ-ê da alî hêzên kurda bike. Derheqa wê yekêda Şêwira Sûrîya Dêmokratîk elam kirîye. Bi axaftina li ber ajansa Roytêrsê, seroka komîtêya şêwirê Îlham Ahmedê daye dîyarkirinê, wekî Waşîngtonê daye bawarkirinê, wekî Ştatên Yekbûyî wê li bakûr-rojhilatê Sûrîyayê bimîne ku çekdarên DAÎŞ-ê, yên mayî, bidine tunekirinê, sîstêmê bide çêkirinê û çawa lîstikçîya helkirina sîyasî bimîne. Ewê derheqa wê yekêda piştî çend hevdîtinên li Waşîngtonê gotîye.

“Wana soz da ku hemû tiştî wê bikin ku DAİŞ-ê tune bikin û ewê li ser sîstêma bakûr-rojhilatê bixebitin”,-ewê gotîye.

Ev yek wê yekêva girêdayîye, wekî hêzên kurda xemgînîya xwe dane dîyarkirinê ku diqewime hêzên amêrîkî piştî derketina ji Afganîstanê ji bakûr-rohilatê Sûryayê jî bêne derxistinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button