ÇandSereke

Tûrîstên ji Rûsîayê têra dibînin hêsabûna xweye payîzê li Yêrêvanê derbaz bikin

Bona hêsabûna tûrîstên ji Rûsîayê, hêsabûna payîzê, Yêrêvan ketîye nava navnîşa alîyê çûyînên wan. Derheqa wê yekêda qulixdarîya “Yandêks”-ê nava şirovekirina beşa xweye “Sefer”-ê da daye dîyarkirinê.

Ev yek piştî şirovekirina melûmetîyên derheqa kirîna bilêtên teyara da, yên ji 1-15-ê cotmehê, hatîye zelalkirinê.

Dikevine nava wê navnîşê Yêrêvan, sê bajarên Tirkîayê, Kîşnyêv, Larnakan, Bûrgas. Şiroçî hatine ser wê fikirê, wekî ew yek halê ji hukumê koronavîrûsêva girêdayî ye, çimkî gelek welat bona tûrîsta girtîne.

Nava salên dawîda Rûsîya bi seredanên li Ermenîstanê cîhê ewlindane. Li komîtêya tûrîzmê ser wê fikirêne, ku hetanî dawîya salê Rûsîayê careke mayîn cîhê ewlinda bibe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button