Sereke

Tevî hemsedira pevketina derheqa pirsên hûmanîtarî hatîye destanînê: Mîrzoyan

Tevî hemsedirên koma Mînskê pevketin hatîye destanînê, ku pêşda pirsên hûmanîtarî, paşdavegerandina dîlên ermenî hel bikin. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan, wextê xeberdana derheqa hevdîtinên li Nyû Yorkê, daye dîyarkirnê.

Mîrzoyan gotîye,wekî ew destpêbûna hevraxeberdanên nava dorana koma Mînskêda silav dike û dide dîyarkirnê, wekî Ermenîstan helkirina pirsgirêka Qerebagê nava dorana mandata hemsedirtîya koma Mînskêda dibîne.

«Wextê hevdîtinê, pevketinên konkrêt hatine destanînê. Pêşda gerekê bicêribînin pirsên hûmanîtarî helkin, usa jî dîlên  ermenî aza bêne berdanê, derheqa yazîya leşkerên bêser-berate undabûyî û merivên sîvîlda bê zelalkirinê, pirsên heykelên ermenîye bin kontrola Adirbêcanêda bêne helkirinê, lê paşê derbazî gotûbêjkirinên statûsa Qerebaga Çîya bibin»,- Mîrzoyan gotîye.

Ararat Mîrzoyan usa jî daye dîyarkrnê, wekî pevketin hatîye destanînê ku şuxulkarîyê berdewam bikin û hevdîtina nû teşkîlkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button