Sereke

Serokatîya partîya “Goran” piştî binketina partîyayê nava hilbijartinada dûr dikeve

Endamên serokatîya partîya “Goran” derheqa wê yekêda elam kirine wekî ew dûr dikevin, çimkî partîya wan hemû cîhên xweye li parlamênta Îraqê unda kirine. Koordînatorê partîyayêyî sereke Omer Sehîd Elî jî ji şuxulkarîya xwe dûr ketîye û gotîye wekî ewê bona wê yekê cabdarîyê bikişînin.

Anegorî elametîya partîya “Goran” , zûtirekê wê organa serkarîkirina partîyayêye wedelû bê sazkirinê.

Partîya “Goran” sala 2OO9-a hatîye damezirandinê û çawa opozîsîya pêşda hatîye, lê ji ji sala 2O14-da ew tevî xebata hukumata Herêma Kurdistanê bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button