Sereke
Li Ermenîstanê li cem 2066 merivî nexweşîya koronavîrûsê îzbat bûye

Anegorî hesabê 2O-ê cotmehê seheta 11-a, li Ermenîstanê bi tomerî li cem 286 303 merivî nexweşîya koronavîrûsê îzbat bûye. Ji wana 256 525 meriv qenc bûne, 5870 wefat bûne, 22 670 nexweş qenc dibin, bi tomerî 1 925 266 têst hatine kirinê.
Duh 15 065 têst hatine kirinê, li cem 2066 merivî neweşîya koronavîrûsê îzbat bûye.
704 meriv qenc bûne, 28 jî wefat bûne.
Duh 3 meriv wefat bûne, li cem kîjana nexweşîya koronavîrûsê îzbat bûye, lê ew ji nexweşîyên başqe wefat bûne.Hejmara yên usa bi tomerî 1238-e.