SerekeSîyasî

Pêntagon: hevkarîya meye tevî HSD-ê nava doranên şerkarîya dijî DAÎŞ-ê berdewam dibe

Berdevkê wezîreta  Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyîye parastinê Con Kîrbî bersivên pirsên rojnamevanaye wextê prêss-konfêransê daye.

Çawa bersiva pirsa derheqa wê yekêda, ku diqewime Tirkîya dijî Rojavayê opêrasîyonê destpêke, Con Kîrbî gotîye, wekî ewê vê pirsê şirove neke û serda zêde kirîye, wekî ewê hevkarîya tevî hêzên Sûrîya Dêmokratîk, ya nava doranên şerkarîya dijî têrorîzmê berdewam bikin. Kîrbî usa jî derheqa krîzeya di navbera Tirkîyayê û ŞAY-de, ya derheqa teyarên F-35-de, xeberdaye. Ewî daye dîyarkirinê, wekî di navbera herdu welatada, Tirkîyayê û ŞAY-ê de, konsûltasîya derbaz bûne û Tirkîya dîsa çawa endama NATO-ê ye. Niha jî Tirkîya dixweze teyarên F-16 bikire, lê bi gotina Kîrbî,  Kongrês dikare wê yekê bide sekinandinê, çimkî rûyê komplêksên Rûsîyayêye rokêta de di navbera Waşîngtonê û Enqerêda hevraqayîlnebûn hene.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button