H’emû nûçeSereke

Adirbêcanê mafê jîyana dîlên ermenî teribandîye:MAMM birîyar belav kirîye

Mehkema Avropayêye Mafên Mêriv, girêdayî îşên binelîyê Ermenîstanêyî qeza Tavûşê Mamîkon Xocoyan û usa jî yê gundê Çînarê Karên Pêtrosyanra, birîyar qebûl kirîye. Armênprêssê ragîhandîye, wekî derheqa wê yekêda malpera mehkema avropîda hatîye dîyarkirinê. Mehkema Avropayê ew yek nas kirîye, wekî Bekûyê mafê jîyana dîlên ermenî teribandîye. Mehkemê borcdar kirîye ku Adirbêcanê borcdarkin ku bona her îşekî 4O hezar yûro bidin.

Mamîkon Xocoyanê 77 salî çileya sala 2O14-a dîl ketibû, û piştî du meha ew teslîmî Ermenîstanê kirine û piştî hinek wext ew wefat bûye.

Karên Pêtrosyan 7-ê tebaxa sala 2O14-a rê şaş kiribû û sînorra derbaz  bibû, ketibû gundê azêrîya. Hinek wext şûnda serokatîya Adirbêcanê ew girtibû, lê rojtira mayîn elam kirine, wekî ew ji dil wefat bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button