SerekeSîyasî

Wezîreta Îraqêye karên hundur: sê dirona êrîş birine ser mala serokwezîr

Sê dironên bombava, şeva yekşemê, êrîş birine ser cîhê mayîna serokwezîrê Îraqê Mistefa Al Kazimî.Derheqa wê yekêda wezîreta Îraqêye karên hundur elam kirîye.

Çawa ku elametîya wezîretêye fermîda hatîye gotinê,du diron ji alîyê hêzên bêqezîyabûnêda hatine bêqezîyakirinê, lê ya sisîya ketîye li wir û şeş piştmêr birîndar kirine.

Hatîye ragîhandinê, wekî ev diron ji Bexdayê hatine berdanê, lê kê ku ew êrîş mîyaser kirîye hê eyan nîne.

Êrîş piştî wê yekê qewimî, wextê ku lîdêrên şihîya gef xwerin  ku wê bona wefatbûna piştgirekî xwe heyfê hildin, yê ku wextê protêstokirinên li Bexdayêye roja înîyê hatibû kuştinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button