SerekeSîyasî

Eskerê amêrîkî tabîyê xweyî nû li nehîya Têl Temirê çê dikin

Kanîyên kurdaye cî ew înformasîya îzbat kirine, wekî hêzên amêrîkî tabîya xweye leşkerîye  nû li Têl Temirê saz dikin, ya ku dikeve di navbera eskerê tirka û rezedilvanên Kurdistana Sûrîyayê .

Hatîye ragîhandinê, wekî wekîlên amêrîkî li nehîya Têl Temirê gerîyane û dîna xwe dane dor-bera bona ku tabîya nû li wir sazkin. Ew yek girêdaîye gefxwerinên tirkara.

Yekşema derbazbûyî li Têl Temirê çûyîn-hatina leşkerên rûs û rêjîma Sûrîyayê hatîye texmînkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button