Parlamênta Tirkîyayê mandata derheqa wedê mayîna leşkerên tirkaye li Adirbêcanê qebûl kirîye.Projeya qanûnê bi îmza serokê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogan wextê civîna parlamêntê hatîye îzbatkirinê. Bi vî cûreyî wedê mayîna leşkerên tirkaye li Adirbêcanê ji 17-ê mijdara sala 2O21-ê da destpêkirî dîsa bi salekê hatîye dirêjkirinê. Derheqa wê yekêda ajansa Anadolûyê elam kirîye. Partîyayên parlamêntêda, xêncî HDP-ê, dengê xwe dane wê projeyê.
Nenihêrî wê yekê, wekî serokatîya dewletê bang kiribû, ku hemû partîya dengê xwe bidine wê projeyê, lê partîya kurdaye HDP-ê dijî wê qanûnê derketîye.
Projeya qanûnêda hatîye dîyarkirinê, wekî merkeza rûsa-tirkaye monitoringê gerekê xebata xwe berdewam bike, ya ku monîtorîga zona dew û doza Qerebagê dike. Parlamênta Tirkîyayê destûr daye ku bi wedê salekê wê şuxulkarîyê berdewam bikin, bi hesabhildana hevkarîya stratêcîye di navbera Tirkîyayê û Adirbêcanêda.