Osman Ocalan, birayê lîdêrê PKK-ê Ebdile Ocalan, li nexweşxana paytexta Kurdistana Îraqê-Hewlêrê, ji nexweşîya koronavîrûsê wefat bûye.
Malbeta wî û heval-hogirên wî elam kirine, wekî Osman Ocalan wê li Pîrmamê, nêzîkî Hewlêrê, teslîmî axê bikin.
Osman Ocalan sala 1958-a, li gundê Amarêyî li nehîya Ûrfayê ji dayîk bûye. Ew ciwantîya xweda endamê PKK-ê bûye, lê ji sala 2OO4-da ew li Kurdistana Îraqê dima.