AborîSereke

Tirkîya li ser çemê Erez dîwar çê dike, yê ku dikare pirsgirêkê di navbera Îranê û Ermenîstanêda çêke

Imbara tirkaye avê, ya Îlîsûyê, dikare him bona Îranê, him jî bona rêsûrsên Îraqêye avê pirsgirêkê çêke. Derheqa wê yekêda serokê beşa lêkolînên avê, ya parlamênta Îranê, Cemal Mehmed Walî Samanî gotîye. Bi gotina wî, Tirkîyayê imbara avêye Îlîsûyê çê kirîye, ya ku li Tirkîyayê bi mezinaya xwe ya dueme. Ew dikare ava çemê Firat bide kêmkirinê.

Samanî daye dîyarkirinê, wekî bi xebitandina wê, imbara avê hukumata tirka wê piranîya ava herêmê kontrol bike.

Li Kurdistana Îraqê, li ser çemê Dicle, gelek imbar hatine çêkirinê, yên ku dikarin pêşerojêda bona Begdayê pirsgrêka çêkin.

Çi ku derheqa Îranêdane, ewî gotîye, wekî pêşîya vekirina imbara tirkaye avê, li alîyê sînorê tevî Îraqê av kêm bûye.

“Tirkîya li ser çemê Erez dîwar çê dike, yê ku dikare bi temamî çem kontrolke û bi wê yekê di navbera Îranê û Ermenîstanêda pirsgirêkê çêke.Projeyên avêye wî cûreyî Tirkîya bi meremên sîyasî li herêmê mîyaser dike”,-ewî gotîye.

Samanî usa jî daye dîyarkirnê, wekî pêwîste ku gavên anegor lez bêne avîtinê.

Ewî daye dîyarkirnê, wekî Îran gerekê tevî Îraqê hevkarîyê bike, bona ku dijî van kirina derkevin.Ewî bang kirîye ku peymana navnetewîye bona  bi heqî xebitandina rêsûrsên avê bê îmzekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button