H’emû nûçeSereke

Nîkol Paşînyan tevî serokê Şêwira Avropayê Şarl Mîşêl bi têlefonê xeberdaye

Bi înîsîyatîva serokê Şêwira Avropayê Şarl Mîşêl, xeberdana bi têlefonê tevî serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan derbaz bûye.

Wextê xeberdanê halê li ser sînorê ermenîya-azêrîya hatîye gotûbêjkirinê. Serokê Şêwira Avropayê, girêdayî halê pêşdahatîra, xemgînîya xwe daye dîyarkirnê û berdewamkirina opêrasîyonên leşkerî çawa tiştê îzinnedayînê hesab kirîye.

Serokwezîr daye dîyakirnê, wekî serokatîya Adirbêcanê bi zanebûn hal dibe berbi sertbûnê, bona ku elametîyên  mijdara sala 2O2O-î û çileya sala 2O21-ê neyêne mîyaserkirinê. Nîkol Paşînyan gotîye, wekî civaka navnetewî gerekê hindava gavên Adirbêcanêye agrêsîve dijî Ermenîstanê bêdeng nemîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button