SerekeSîyasî

HDP: emê zimanê kurdî biparêzin, emê nehêlin ku kurdî qedexe bikin

Parlamêntvanê  parlamênta Tirkîyayêye ji  HDP-ê Selîm Kaplan bi elametîyêva pêşda hatîye, menîya kîjanê ew bûye, ku îzin nedane dengbêj Mem Ararat ku ew konsêrta xwe li Enqerê bide derbazkirinê. Menî ew e, wekî dengbêj stiranên  bi zimanê kurdî distirê.

Nava elametîya parlamêntvanda hatîye gotinê, wekî bi wî cûreyî êrîşê tînin ser zimanê kurdî û ew êrîş diha zêdetir dibin. “Tunekirina çandê û ziman ji destpêka sedsalê de zêdetir dibe û ew sîyasîya partîya destilatdar e. Bi vî cûreyî normên mafên mêriv, nava wanda yên parastina zimana, tên teribandinê. Em dibînin, wekî hukumat dijwarîya saz dike, ku meriv nikaribin bi zimanê xweyî dayîkê perwerdê bistînin. Şerkarîya meye dijî vê qedexekirinê, wê diha qewat bibe. Emê zimanê xwe zêdetir biparêzin û bersiva anegor bidin, bi axaftin, xwendin û xebitandina zimanê xweyî dayîkê nava hemû govekên jîyanêda”,- Selîm Kaplan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button