H’emû nûçeSereke
Hevaltîya Flyone Armenia-ê îzina firîna stendîye

Hevaltîya Flyone Armenia-ê ji alîyê teşkîleta navnetewîye avîyasîyon û asosîyasîya navnetewîye transporta hewêda, îzina firîna stendîye. Ew îzinê didin ku cîguhastina rêwîya anegorî standartên kifşkirî mîyaserkin.
«Bi fikira min emê zûtirekê rêwîya bi hevaltîya xwe cîguhastî bikin»-,serokê hevaltîyê Mîrça Malêka gotîye.
Em bîr bînin wekî Flyone Armenia sala 2O21-ê hatîye damezirandinê, û ew firînên berbi Moskvayê, Têhranê, Lîyonê, Parîzê, Kûtaîsîyê, Korasnodarê, Stembolê û Têl Avîvê pêşnîyar dike.







