Fermandarîya hêzên Sûrîya Dêmokratîk elam kirîye, wekî Damişq bona hevraxeberdana hazir nîne.
Ev elametî piştî civîna şêwira HSD-ê ye Leşkerî, hatîye belavkirinê, wextê kîjanê fermandarîyê halê li bakûr-rojhilatê Sûrîyayê, şerê dijî DAÎŞ-ê û êskalasîya gefxwerinên tirka gotûbêj kirîye. HSD-ê elam kirîye, wekî hukumata bi serkarîya Başar Esed hê hazir nîne ku halê sîyasîyî li Sûrîyayê bide rastkirinê.
Dewsa wê yekê Esed “gefxwerinên tirkaye li ser têrîtorîyayên Sûrîyayê û halê êkonomîkîyî xirab dide xebatê, yê ku hema rûyê hukumatêda pêşda hatîye”. Fermandarîya HSD-ê daye dîyarkirinê, wekî Damişq dixweze paşda vegere berbi wedê pêşîya sala 2O11-a,wextê ku welat bi temamî bin kontrola wêda bû. Hêzên Sûrîya Dêmokratîk derheqa gefxwerinên tirkada dane dîyarkirinê û gotine, wekî şerkarên wan dîsa li ser dereca şerkarîyêne.