Li Ermenîstanê aktîvîya êkonomîkîye ji çileya sala 2O21-ê hetanî meha cotmehê, himberî sala 2O2O-î, bi 4,3 selefîva zêde bûye.
Derheqa wê yekêda Armênprêssê li ser hîmê komîtêya Ermenîstanêye pirsên sosîyalî ragîhandîye.
Hatîye dîyarkirinê, wekî nava wî wedeyîda senayî bi 1,1 selefîva, avayîçêkirin bi 5,9 selefîva zêde bûne. Nava kirîn-firotana derda jî zêdayî heye.Nava wî wedeyîda himberî sala derbazbûyî bi 13,6 selefîva zêdayî heye.