H’emû nûçeSereke

Alîyên elametîya Soçîyêye baş û xirab

Nava elametîya serokatîyên  Ermenîstanê, Rûsîyayê û Airbêcanê, çend tiştên girîng hene. Derheqa wê yekêda azêrîzan Garnîk Davtyan gotîye.Bi gotina wî, berê ewlin gerekê bidine dîyarkirinê, wekî bi elametîya 26-ê mijdarê derb gîhandine propaganda dijî rûsa, ya derheqa şuxulkarîya aşîtîparêzaye li Adirbêcanê.

Meriv dikare bêje,wekî li hev hat bi cûrê dokûmênta propaganda dijî aşîtîparêza bidine sekinandinê.Ev yek usa jî bona statûsa aşîtîparêzaye pêşerojêda girînge”,-azêrîzan gotîye.

Şuxulkarîya aşîtîparêza girînge, lê gerekê bîr nekin, wekî pirsên mayîne girîng jî  hene, kîjan nekirine nava elametîya sêalî.Nava elametîyêda derheqa şuxulkarîya parevekirina sînorada hatîye dîyarkirinê, lê têksta wêda xalên bona alîyê ermenî girîng, tunene. Mesele, derheqa wê yekêda nehatîye gotinê, wekî Adirbêcanê ji 12-ê gulanêda hinek têrîtorîyayên Ermenîstanêye li qezayên Syûnîkê û Gêgarkûnîkê okûpasîya kirine, û diqewime ew yek têberdana Yêrêvana fermîye, kîjanê derheqa wê yekêda nedaye dîyarkirinê.

“Tu hêvî tunene, wekî Adirbêcanê sidqê qenc bide kifşê û hêzên xwe ji wan têrîtorîya derxe. Raste, alîyê azêrîya her dem xebera “sivder” dide xebatê, lê nava elametîyêda derheqa vekirina rêyên transportêda hatîye gotinê.Niha hê zûye ku konkrêt bidine kifşê, çimkî wextê hevraxeberdana gerekê bê zelalkirinê, ku vekirina rîya wê çi cûreyîbe”,-azêrîzan gotîye.

Bi gotina Davtyan, nava elametîyêda derheqa dîlada nehatîye dîyarkirinê.

“Bona me destpêkirina hevraxeberdanên dora pirsgirêka Qerebagê, yên nava formata hemsedirên koma Mînskêda, girînge.Paşînyan derheqa wê yekêda got, lê dokûmêntêda derbarê wêda tu tişt tune”,-Davtyan gotîye.

Derheqa hevdîtina li Bryûsêlê, ya 15-ê kanûnê, azêrîzan gotîye, wekî rola Rûsîyayêye li Qafqasîya Başûr dîsa mezine û badîhewa nîne, wekî pêşîya çûyîna li Bryûsêlê, serokên Ermenîstanê û Adirbêcanê li Soçîyê tevî hevdîtinê bûn û ew yek dide kifşê, wekî Rûsîya nîşanên baş dide hevdîtina li Bryûsêlê, li kîderê wê bicêribînin formata hemsedirên koma Mînskê bidine saxkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button